Kurdish Centre of
INTERNATIONAL P E N
A World Association of Writers
NAVENDA PEN A KURD
Kurdisches PEN – Zentrum e.V.
Dr. Zaradachet Hajo, President – Franziuseck 16, D - 28199 Bremen / Germany,
Moustafa Rechid, Vice President – Entenmühlstr. 2, D - 66424 Homburg / Germany,
Berivan Dosky, Secretary – 72 Diamond Road, Ruislip, HA4 0PG / UK,
Mehmet Sahin, Treasurer – Postfach 90 31 70, D - 51124 Köln / Germany,
Kakshar Oremar, Member – Gustav-Poensgen-Str. 37, D - 40215 Düssedorf / Germany,
Mobile: 00 49 (0) 1773351016
Mobile: 00 49 (0) 17627186964
Mobile: 00 44 (0) 7968764617
Mobile: 00 49 (0) 1719351171
Mobile: 00 49 (0) 17620061534
Navenda PENa Kurd
, Dresdner Bank, Konto-Nr. 4 757 403 00, Blz.: 700 800 00
IBAN: DE56 7008 0000 0475 7403 00
S.W.I.F.T.: DRESDEFF700
http://www.pen-kurd.org
Em Biryara Bidarvekirina birêz Hebîbullah Letîfî
bi tundî
Sermezar dikin
Xwendevan û çalakvanê mafê mirovan, Hebîbulah Letîfî li benda îdamê ye
Hebîbulah Letîfî ciwanekî 27 salî û ji bajarê Sine(Senendec) li rojhelatê Kurdistanê û temenê wî 27
sal e. Ew yek ji çalakvanên parastina mafê mirovan yê Kurdistanê ye. Ji xeynî wê ew yek ji
çalakvanên sivîl li bajarê Sine û di saziyên çandî yên weke „ Çiya“, „ Saho“ û „ Jiyanewe“ da bi
xurtekî aktîv bûye.
Hebîbulah Letîfî xwîndevanê para hiqûqê li zanîngeha bajarê Îlamê ye, yê ku berî salekê li bajarê
Sine ji aliyê asayîsa Îranê ve hate girtin. Pistî zêdetir ji salekê, ku sikenceyên giran li wî hatin kirin,
ji aliyê dadgeha soresa islamî ya Îranê ve bi îdamê hat mehkumkirin.
Rayedarên komara îslamî li Îranê demek e, ku li dijî bîr û ramanên azadîxwazî û daxwaza mafên
wekhev li Îranê bi gistî û li rojhelatê Kurdistanê bi taybetî dest bi girtin, sikence û îdamkirina
ciwanên Kurd kiriye.
Ji roja ku Hebîbulah Letîfî ji aliyê asayîsa Îranê ve hatiye girtin li pey sikenceyên giran xwînrêjiya
hundirîn di gulçîskên wî da çêbûye, serê wî hatiye skandin, rûyê wî birîndar û heta çend cara bi
hêceta standina îtrafê ew li pêsberî endamên malbata wî û girtiyên din reswa û sikenceyên fizîkîrûhî
bi sêweyên giran li dijî wî pêk anîne.
Herwiha niha tenduristiya Hebîbulah Letîfî pir xerab û çend nexwesiyên din yên weke asmayê jî di
girtîgehê da ew xistine rewseke tejî tehlûke. Ji hêla din ve jî ew ji ber êsa giran ya li pey sikestina
hestiyên xwe di rewseke pir xerab da rojên giran derbas dike.
Tawanên ku Hebîbulah Letîfî ji aliyê dadgeha îslamî li Îranê bi wan hatiye tawanbar kirin, ev in:
1. Çalakî li dijî hastiya welat û çêkirina tirs û bizdanê bi rêya peqandin an jî bombedayînê li
deverên gistî.
2. Alîgirî û çalakiyek bi bandor di nava partî an jî rêxistineke siyasî de, ya ku li dijî komara
Îslamî li Kurdistan û Îranê aktîv e.
Lê bi sikenceyên giran, yên ku wan li dijî Hebîbulah Letîfî pêk anîne, ev tawan tev berevajî
rastiyê tên xuyanîkirin.
Tevî ku parêzerên Hebîbulah Letîfî û gelek rêxistinên mafên mirovan li cîhanê li dijî biryara
îdamkirina wî nerazîbûna xwe dane xuyanîkirin, lê dadgeha komara îslamî li bajarê Sine bo cara
duyemîn jî hukimê îdama wî erê kirin.
Navenda PENa Kurd
, Dresdner Bank, Konto-Nr. 4 757 403 00, Blz.: 700 800 00
IBAN: DE56 7008 0000 0475 7403 00
S.W.I.F.T.: DRESDEFF700
http://www.pen-kurd.org
Em jî daxwaza xwe ya li dijî biryara îdamkirina Hebîbulah Letîfî weke hemû rêxistinên civakî û
sivîl li Kurdistan û cîhanê didine diyarkirin û bi tundî li dijî kustina hemû kesekî/e azadîxwaz in,
yê ku ji bo mafên mirovan kar û xebatê dike.
Bê goman emê daxwaza pistgîriyê ji PENa Navneteweyî û rêxistinên din î navneteweyî, yên ku
em bi hêvîn e, ku ewên bangewazî mîrîya Îranê bikin, da ew vê biryara li dijî nirxên
mirovayetiyê bi pas ve bide.
Navenda PENa Kurd
05.03.2009
Têbînî: Bo zanîna we hemû birêzan:
Heya niha li rojhelatê Kurdistanê:
A: Niha bi gistî 8 çalakvanên medenî li Îranê bi îdamê hatine mehkumkirin:
1. Ednan Hesenpoor (Rojnamevan)
2. Hîwa Botîmar (Rojnamevan û çalakvanê medenî)
3. Ferzad Kemanger(Dersbêj, Çalakvanê mafê mirova û çalak di karên sivîl da)
4. Enwer Husên Penahî(Mamostayê xwîndingehê)
5. Ferhad Wekîlî(Çalakvanê medenî)
6. Elî Heyderyan (Çalakvanê medenî)
7. Erselan Ûlyayî (Çalakvanê medenî)
8. Hebîbulah Letîfî(Xwîndevan û çalkavanê medenî)
B: Herwiha 4 çalakvanên din yên Kurd bi sizayên giran ra hatine mehkumkirin:
1. Mihemed Sedîq Kebudvend( Serokê rêxistina mafê mirova li Kurdistanê: 11 sal zindana bi
lêdan û sikencê ra)
2. Hana Ebdî( Çalak di qada parastina mafên jinan: 5 sal zindana bi lêdan û sikencê ra û
sirgûnkirina wê bi Gêrmî li Azerbayicana Serqî)
3. Zeyneb Bayezîdî ( Çalakvana mafê jinan: 4 sal zindana bi lêdan, sikence û sirgûna wê bo
bajarê Zencanê)
4. Fatime Goftarî (Çalakvana mafê jinan: 18 meh zindana bi lêdan û sikencê ra)
C: Û kesên jêr jî di girtîgehên Îranê da ne û ji qedera wan tu agehdarî tunene:
1. Kawe Ciwanmerd ( Rojnamevan)
2. Yasir Gulî ( Xwîndevan û çalakvanê medenî)
3. Hidayet Xezalî ( Xwîndevan û çalakvanê sivîl)
4. Sebah Nesrî ( Xwîndevan û çalakvanê sivîl)
5. Ronak Sefazade ( Xwîndevana mafê jinan)
6. Mesûd Kurdpor ( Rojnamevan û çalakvanê mafê mirova)
7. Kamran Elayî ( Doktor)
8. Ares Elayî ( Doktor)